Sedir: Em ji biryara vekişîna ji proseya siyasî venagerin

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir vê êvarê li Henane ligel endamên Kutleya Sedir a li Parlamentoya Iraqê civiya.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir vê êvarê li Henane ligel endamên Kutleya Sedir a li Parlamentoya Iraqê civiya û ragihand, ji biryara destjikarkişandinê venagere.

Piştî ku nûnerên Tevgera Sedir ji Parlamentoya Iraqê vekişiyan, îro rêberê tevgerê Muqteda Sedir ligel wan civiya.

Li gor zanyariyên destpêkê, di civînê de Muqteda Sedir rijd bûye li ser vekişîna ji proseya siyasî ya Iraqê û dest jê berdana erkê parlamenteriya Parlamentoya Iraqê.

Li ser vê mijarê, nûnerê vekişîna Kutleya Sedir Heyder Madî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ti vegerek ligel gendelkaran tune ye.”