Bloomberg: Piştî vekişîna Sedir şer li Iraqê derdikeve

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa “Bloomberg” a Amerîkî radigihîne, piştî vekişîna Tevgera Sedir ji proseya siyasî ya Iraqê, rewşa wî welatî dijwar û nearam dibe.

Li gor raporteke ajansa “Bloomberg”, piştî sernekeftina Tevgera Sedir di pêkanîna hikûmta nû ya Iraqê de û vekişandina wê ji proseya siyasî ya Iraqê, dê xwepêşandan li Iraqê dest pê bikin.

Ajansa “Bloomberg” dibêje, tevî ku Tevgera Sedirê di hilbijartinan de dengên zêde bi dest anîbûn, lê wî careke din kolan û meydan hilbijart ji bo fişarê bike.

Ew malpera Amerîkî destnîşan dike, Tevgera Sedirê Artêşa Mehdî bi fermî di sala 2008an de hilweşand, lê piraniya alîgirên wê çekdarên metrisîdar in, ew aliyên ku nêzîkî Îranê ne jî hêzên wan hene û di egera pêkanîna hikûmeteke lawaz de, dibe ku rûbirûbûnên leşkerî derkevin.

Li gor şîrovekirina malpera Bloomberg, Iraqî li pêş paşerojeke nediyar in, dibe ku şerekî kolanan ê dirêj rû bide, ji ber bandora şerê li Ukrayanyê jî, rewşa Iraqê girantir dibe.

Zanyariyên wê rojnameya Amerîkî tekezî li wê dikin, Iraq wek duyem welatê berhemênera petrolê ya welatên OPEC, naxwaze careka din rûbirûyê ketineke din bibe, li hemberê jî nirxê petrolê bilind bûye, sûdmenda sereke ya vê rewşê jî Îran e, di demekê de ku hevpeymanên wê niha hewla pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê didin.

 

Fly Erbil Advertisment