HDP li Enqerê 5emîn kongreya xwe ya asayî lidar dixe

Biryar e nêzî 50 hezar kesî beşdarî kongreya HDPê bibin

Dîmenek ji kongreyê
Dîmenek ji kongreyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro bi diruşma “Soza Me Heye, Em Çereserî ne” Kongreya xwe ya 5emîn ya asayî li dar dixe.

Di vê derbarê de Navenda Ragihandinê ya HDP’ê raporteke nivîskî belav kir û tê de diyar kir ji tevahîya bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dê ser 50 hezar kes beşdarî 5’emîn kongreyê bibin.

HDP, ji bo beşdarbûna di kognreyê de partiyên wek Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), partiyên hevpeymanên HDPê, CHP, Partiya DEVA, Partiya Pêşerojê, Partiya Seadetê, Tek Partî, Partiya Çep, Partiya Komunîst a Tirkiyê, nûnerên Hevpeymaniya Kurdistanî û nêzikî 400 mêvanên navxweyî ji, nivîskar, rojnamevan, hunermend û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û 100 mêvanên biyanî vexwendine.

Tê plankirin ku nêzî 50 hezar kes beşdarî kongreya HDPê bibin, ku tê de 1050 delegeyên fermî dengê xwe bidin û dê beşdarên kongreyê ji parêzgehan ber bi Enqereyê ve bimeşin

Di kongreyê de dê hin made û xalên peyrewa navxwe werin sererastkirin û Hevserok, Encûmena Partîyê ya ku ji 100 kesan pêk tê dê di vê kongreyê de were hilbijartin. Ji bilî wê jî 50 kesên cîgir û 30 kesên jî rûmet (fexrî) dê bêne hilbijartin.

Destpêka meha Gulanê HDPê rêxistina xwe li seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi ser heft bazneyan de dabeş kir û lijneya serekî ya birêvebirina karûbarê kongreyê bo wan navçeyan damezrand. Herwiha bi rêya heft komîteyan din kar rojane dihatin birêvebirin, wan lijneyan rojane raport didan lijneya sereke û lijneya serekî jî rapora xwe ya heftane pêşkêşî Encûmena Serkirdayetî dikir.

Di kongreyê de endamên serkirdayetî, encûmena partiyê û hevserok tên hilbijartin. Li gor Peyrewa Navxwe ya HDPê, di her kongreyekê de li gor pîvaneke diyarkirî, ji sedî 50ê endamên serkirdayetiyê tên guhertin û kesên nû tên hilbijartin.

Fly Erbil Advertisment