Piştî Kongreya HDPê derbarê 21 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn

Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Îsmaîl Çataklî da xuyakirin, di pêncemîn Kongreya HDPê de, bi tometa bangeşeya terorê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî Kongreya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryara desteserkirina 21 kesan hate dayîn ku heta niha 6 kes hatine binçavkirin.

Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Îsmaîl Çataklî da xuyakirin, di pêncemîn Kongreya HDPê de, bi tometa bangeşeya terorê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Îsmaîl Çataklî eşkere kir, di lêpirsînê de biryara binçavkirina 21 kesan hate dayîn.

Çataklî diyar kir, heta niha 6 kes hatine binçavkirin û hewlên binçavkirina 15 kesan jî didomin.

Herwiha eşkere kir, bi tohmeta derxistina şerê navxwe, derbarê Serokê Partiya Zafer Umîd Ozdag doz tê vekirin.

Umîd Ozdag dixwaze penaber bi darê zorê werin dersînorkirin, eger na dê şerê navxwe derkeve.

Fly Erbil Advertisment