Mesrûr Barzanî: Bi bihîstina nûçeya koça dawî ya Sekreterê Giştî yê OPECê dilgiran bûm
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina OPECê Mohammed Barkindo, peyameke sersaxiyê arasteyî malbat û hevalên wî kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina OPECê Mohammed Barkindo, peyameke sersaxiyê arasteyî malbat û hevalên wî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Ez bi bihîstina nûçeya koça dawî ya Sekreterê Giştî yê OPECê Mohammed Barkindo dilgiran bûm. Bi hev re bîranîn û pêwendiya me ya dostane hebû.”
Mesrûr Barzanî herwiha diyar kiriye: “Ez sersaxî li malbat û hevalên wî û endamên OPECê dikim.”
Saddened to learn about the passing of OPEC Secretary General Mohammed Barkindo. I have fond memories of our recent, friendly exchanges.
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) July 6, 2022
My condolences to his family, friends and the OPEC community -mb.
Îro 6ê Tîrmeha 2022yan, Rêxistina OPECê ragihand, Sekreterê Giştî yê Rêxistinê Mohammed Barkindo duh li welatê Nîjeryayê koça dawî kir.