Reuters: Supaya Pasdaran çend welatiyên biyanî bi tohmeta sîxûriyê desteser kirin
"Di nav welatiyên desteserkirî de, Cîgirê Serokê Nûnerê Brîtanyayê heye."
Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa nûçeyan a Reuters ragihand, Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê hejmarek welatiyên biyanî bi tohmeta sîxûriyê desteser kirin.
Li gor nûçeya Reutersê, di nav welatiyên desteserkirî de, Cîgirê Serokê Nûnerê Brîtanyayê heye, ku tohmeta sîxûriyê lê dikin.
Herwiha eşkere kiriye ku beşa îstixbaratê ya Supaya Pasdaran ew welatiyên biyanî li devereke qedexekirî desteser kirine, ku nimûneyeke axa Îranê werdigirtin û dixwestin lêkolînê li ser wê axê bikin.
Reuters ragihandiye, ew welatiyên biyanî weke kesayetên akademîsyen çûne Îranê, di dema vegerê de hatine desteserkirin.