Îsraîlê êrîşî rojavayê Quneyterê kir

Quneytera
Quneytera

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama êrîşa Îsraîlê de li ser rojavayê bajarê Quneytera yê li başûrê Sûriyê de, welatiyekî sivîl hate kuştin.

Ajansa “SANA” a fermî ya Sûriyê belav kir, Îsraîlê bi mûşekekê êrîşî herêma El-Merc a li rojavayê Quneyterê kir û di encamê de kesekî sivîl hate kuştin.

Ji dema krîza Sûriyê di sala 2011an de, her car Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku rê dide Hizbulaha Libnanî û hêzên Îranî ji nava xaka Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.

 

Fly Erbil Advertisment