Di operasyonê de 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Wezareta Berevanî ya Tirkiyê ragihand, li devera ku operasyona "Pence-Kilît" tê encamdan, du leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevanî ya Tirkiyê ragihand, li devera ku operasyona "Pence-Kilît" tê encamdan, du leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevanî ya Tirkiyê, Çawuşê Pispor yê Piyade Muhammed Koca û Çawuşê Pispor yê Piyade Omur Ertugrul Sari di encama teqekirina PKKê de birîndar bûne.

Hat eşkerekirin ku herdu leşkerên birîndar ji bo tedawiyê rakirine nexweşxaneyê û herdu leşkeran canê xwe ji dest dane.

Operasyona "Pence-Kilît" ji 18ê Nîsanê ve ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve li deverên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên li Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin.

Fly Erbil Advertisment