Mesrûr Barzanî: Ji ber canjidestdana Shinzo Abe gelek xemgîn im

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke hevxemiyê ji bo gelê Japonya û kesûkar û dostên Serokwezîrê berê yê Japonyayê Shinzo Abe belav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke hevxemiyê ji bo gelê Japonya û kesûkar û dostên Serokwezîrê berê yê Japonyayê Shinzo Abe belav kir.

Shinzo Abe îro înê 8ê Tîrmehê di dema birêveçûna helmeta hilbijartinan de rastî êrîşeke çekdarî hat û bi giranî hat birîndarkirin.

Piştî veguhestina wî bo nexweşxaneyê, ji ber giraniya birînê canê xwe ji dest da.

Li ser vê mijarê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rêya hesabê xwe yê Twitterê peyameke hevxemiyê belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Nûçeya canjidestdana Shinzo Abe, ez gelek dilteng kirim.”

Herwiha eşkere kir: “Ez hevbeşê xemgîniya malbat û kesûkarên wî û gelê Japonyayê me.”

Fly Erbil Advertisment