Tendirustkar ji bo şermezarkirina tundiyê 2 rojan dest ji kar berdan
Li tevahiya Bakurê Kurdistan û Tirkiyê tendirustkaran dest ji kar berdan û kuştina bijişkê bajarê Konyayê şermezar kirin.
Diyarbekir (K24) - Li tevahiya Bakurê Kurdistan û Tirkiyê tendirustkaran dest ji kar berdan û kuştina bijişkê bajarê Konyayê şermezar kirin. Tendirustkar dibêjin êrîşa ser tendirustkaran bi pergalê ve girêdayî pêk tê û heta pergal neyê sererastkirin dê tundî berdewam be.
Li bajarê Konyaya Tirkiyeyê bijişkek bi navê Ekrem Karakaya di encama êrîşa çekdarî de hat kuştin û li ser vê yekê li tevahiya Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê tendirustkar derketin çalakiyê.
Li Diyarbekirê jî tendirustkaran pêşî li nexweşxaneyan û paşê jî li avahiya Gerînendehiya Tendirustiya Diyarbekirê çalakiyên xwe li dar xistin û daxuyanî bo çapemeniyê hat dayîn.
Di çalakiyan de rexna li desthilatê hat girtin û nûnerên rêxistinên tendirustkaran amaje kirin ku pergal dibe sedem ku tendirustkar rastî êrîşê bên.
Nûnerê Herêmî yê Sendîqeya Tendirustkarên Şoreşger Umit Umdu ji K24ê re diyar kir: “Hejmara tendirustkaran kêm e û nexweş her ku diçe zêde dibin û li gorî pergala randevuyê divê bijîşk nexweşekê 3-4 xulekan de derman bike û dema wisa be pirsgirêk derdikevin û nexweş dibêjin qey sedema wê bijişk in û êrîşa bijîşkan dikin.”
Bijîşk dibêjin ew di bin metirsiya êrîşê de karê xwe dikin û ev yek rê nade ku bikaribin bi awayekî rêkûpêk karê xwe bikin û balê dikêşin ku êrîşa ser tendirustkaran polîtîk e û tê xwestin tendirustkariya ku civakê xwedî rêz e, were sivikkirin.
Bijîşekekî ji K24ê re diyar kir: “Dewlet ji bo tendirustkaran tiştek nake, dewlet dixwaze bijîşk dest ji kar berdin û welat biterikînin. Tendirustkar ne di bin ewlekariyê de ne. Sedem polîtîk e”
Herwiha bijîşkekî din jî eşkere kir: “Divê dewlet bêje sedema rûdana pirsgirêkan ne tendirustkar in, tiştê dibe sedem pergal e.”
Li gorî daneyan di 10 salên dawîn de li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê 110 hezarî zêdetir bûyerên êrîşa ser tendirustkaran rû dane, di sala 2021an de jî 316 tendirustkaran rastî êrîşê hatine.
Tendirustkar ji bo ku dengê xwe bigihînin dewletê û bala raya giştî bikşînin 2 rojan grevê dikin û encamek bi dest nexin jî dê dema grevê dirêjtir bikin.