Wezîrê Navxwe yê Iraqê li Kerkûkê ye: Mijara valahiya ewlehiyê tê gotûbêjkirin

Ligel rayedarên ewlehiya Kerkûkê, li ser zêdekirina hêzên ewlehiyê diaxivin.

Kerkûk (K24) – Wezîrê Navxwe yê Iraqê Usman Xanimî bi serdanekê gihîşte Kerkûkê û peyameke Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî digihîne.

Peyamnêrê K24ê yê li Kerkûkê Soran Kameran ragihand: “Îro duşemê 11ê Tîrmeha 2022yan, Wezîrê Navxwe yê Iraqê Usman Xanimî bi serdanekê gihîşte bajarê Kerkûkê. Li gor zanyariyan, peyameke Mistefa Kazimî ya li ser tijekirina valahiya ewlehiyê digihîne hêzên ewlehiyê, ku çawa ew valahiya ewlehiyê dê were tijekirin û rêgirî li liv û tevgera DAIŞê were kirin.”

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, başûrê Kerkûkê yek ji wan cihên valahiya ewlehiyê tê de heye û DAIŞê li wê derê liv û tevgerê dike.

Soran Kameran eşkere kir: “Di yekem wêstgeha serdanê de bo Kerkûkê, Wezîrê Navxwe serdana Rêveberiya Polîsê Kerkûkê kir, biryar e biçe Fermandariya Operasyonan û ligel fermandar û rayedaran li ser gefên DAIŞê gotûbêjê bikin, bi taybetî li başûr û rojavayê Kerkûkê.”

Herwiha diyar kir: “Di civîna Wezîrê Naxwe yê Iraqê de ligel rayedarên ewlehiya Kerkûkê, li ser zêdekirina hêzên ewlehiyê tê axaftin, bi taybetî li sînorê Kerkûkê, ku di nava mehekê de DAIŞê nêzîkî 15 caran êrîşî hêzên Iraqî kirine.”

Fly Erbil Advertisment