Li Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li hin gund û mezrikên navçeya Hîzanê ya Bedlîsê ji bo 3 rojan qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Bedlîsê ve hatiye dayîn, li gund û mezrayên Xalapur, Kekolan û Akuk qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Li gorî daxuyaniyê, qedexe ji îro 14’ê Tîrmehê demjimêr 00:30 dest pê dike û heta demjimêr ji 20:00 ji roja 16’ê Tîrmehê berdewam dibe.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: Qedexe derketina derve bo girtina endamên rêxistinê û ji bo ewlekariya gel, hatiye ragihandin.

Fly Erbil Advertisment