Li ser çemê Dicleyê Bendava Cizîrê tê çêkirin.. Bi dehan gund û zevî dê di bin avê de bimînin

Diyarbekir (K24) – Biryar e Tirkiye li Cizîra Botan li ser Çemê Dîjleyê bendaveke din jî çêbike. Bi çêkirina bendavê dê gund, zevî, bax û baxçe di bin avê de bimînin. Reyadarên dewletê dibêjin; ew dê zirara şêniyên gundewaran qerebo bikin û dê bi çêkirina bendavê li herêmê derfetên kar zêdetir bibin. Ji aliyê din ve rayedarên Iraqê jî bertekan nîşanî çêkirina bendavê didin. Mafnas jî dibêjin; li gorî hiqûqa navneteweyî divê av bi dadwerane were dabeşkirin.

Wezareta Daristan û Cotkariyê ya Tirkiyeyê, biryar daye ku piştî Bendava Germavê li ser Çemê Dîjleyê Bendava Cizîrê jî çêbike. Rayedarên Tirkiyeyê didin zanîn ku, ew bi vê avê dê cotkariyê bikin, elektrîkê hilberînin û ava vexwarinê peyda bikin. Hêj nediyar e dê bendav kengê bê çêkirin lê belê şêniyên gundewarên li derdora Çemê Dîjleyê bi fikarin. Şêniyên gundan dibêjin; rayedaran ji wan re gotine xaniyên çênekin, daran neçînin.

Kerreş Yusuf ku ji gundê Erbay dibêje: “Gund xweş in, me çi cûre fêkî bivê em dikarin ji vê axê hilberîna wê bikin.”

Şêniyê Gundê Kerreş Abdullah Ekîncî: “Danezan li me belavkirin û ji me re gotin xaniyan çênekin û daran neçînin lê belê em daran diçînin. Erdên me hemû bi tapû ne, dê heqên me bidin me.”

Li gorî plansaziya dewletê bendav, dê bi 3 milyon û 738 hezar lîreyan bê çêkirin. Deşta di navbera navçeyên Nisêbin, Hezex û Cizîrê de dê bi ava vê bendavê were avdan. Her dîsa tê plankirin ku ji bendavê salane 890 milyon lîre dahat bê wergirtin. Şêniyên gundan dibêjin; rayedaran ji wan re gotine ew wan mexdûr nakin lêbelê şêniyên gundewaran naxwazin gundewarên xwe bi cihbihêlin.

Şêniyê Gundê Kerreş Mihemed Erdogan: “Dema ez 7 salî bûm û heta niha her dibêjin dê li vêderê bendav bê çêkirin lê belê hê jî çênebûye.”

Şêniya Gundê Kerreş Rebîa Erbey: “Em naxwazin bendav were çêkirin û gundewarên me di bin avê de bimînin. Dema mirov bê gund dimîne mirov bêdinya dimîne. Ma em ê bi kûde biçin, welatê me xweş e. Ti cih wekî axa mirov nabe; ax şîrîn e.”

Rayedarên Iraqê bertekan nîşanê çêkirina bendavê didin û dibêjin; dê Tirkiye avê li ser Iraqê bibire. Mafnas û çalakên rêxistinên parastina jîngehê tînin zimên ku; mafê Iraqê jî heye ku bi dadwerane ji ava Dîcleyê sûdê werbige.

Mafnas û Bedevkê Lijneya Parastina Jîngehê Yê Baroya Şirnexê Fadil Tay: “Ava ku ji Çemê Dîjleyê diherike Kendava Besrayê mafê hemû vav dewletên li ser ew e ku bi dadwerane jê sûdê werbigirin. Li gorî hiqûqa navdewletî divê ev av bi dadwerane bê parvekirin.”

Çemê Dîjleyê, çavkaniya xwe ji Gola Hazarê û rûbarên li derdorê digire. Çem, Hezar û 900 kîlometre dirêj e. 523 Kîlometre di nav sînorê Tirkiyê de diçe.

Bi çêkirina bendava Cizîrê ve bi hezaran şêniyên van gundewaran jî dê ji cih û warên xwe bibin. Gundewarên wan dê di bin avê de bimînin. Rayedarên dewletê jî dibêjin, bi çêkirina bendavê dê ji bo 100 hezar kesan derfetên karkirinê peyda bibin.

 

Fly Erbil Advertisment