Mesrûr Barzanî bi boneya sersala nû ya Mendayiyan pîrozbahî li Sabîeyên Mendayî kir
Sabîeyên Mendayî li Iraq û cîhanê, sibe 17ê Tîrmehê sersala Mendayî pîroz dikin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina sersala nû ya Mendayiyan, germtirîn pîrozbahî li xwişk û birayên Sebîeyên Mendayî yên li Iraq û cîhanê dike.
Bi boneya hatina sersala nû ya Mendayiyan, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xwişk û birayên Sebîeyên Mendayî yên li Iraq û cîhanê dikim û hêviya aştî û aramiyê ji wan re dixwazim û ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku ev cejna pîroz atmosfereke tijî pêkvejiyanî, hezkirin û lêborînê li wan û li hemû mirovatiyê vegerîne.”
Sabîeyên Mendayî li Iraq û cîhanê, sibe 17ê Tîrmehê sersala Mendayî pîroz dikin.
Mendayî yek ji olên kevnar e. Peyrewên wê olê li parêzgehên başûrê Iraqê bi taybetî li Besra, Meysan û Zîqar hene û gelek ji wan ji sala 2003an ve, ji ber sedemên ewlekarî, siyasî û aborî koçber bûn û beşek ji wan jî berê xwe dan Herêma Kurdistanê.