Operasyona hevbeş a Pêşmerge û Artêşa Iraqê de li çiyayê Qereçûxê berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraql ragihand, çekdarekî DAIŞê di operasyona hevbeş a Pêşmerge û Artêşa Iraqê de li çiyayê Qereçûxê hat kuştin.
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê di raportekê de ragihand, qonaxa çarem a “Îradeya Polayî” ya hêzên artêşa Iraqê û Pêşmerge bi armanca şopandina paşmayên rêxistina terorîst a DAIŞ'ê li çiyayê Qereçûxê, berdewam e.
Diyar kir jî, di çarçoveya operasyona hevbeş de, çekdarekî DAIŞê hat kuştin.
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê duhî ragihandibû, qonaxa çarem a operasyonên hevbeş a Pêşmerge û Artêşa Iraqê li çiyayê Qereçûxê li dijî DAIŞê dest pê kir.
Diyar kir jî, hêzên ji firqeyên 14 û 16 a tankan, yekîneyên Hêzên Pêşmerge ji yekîneya Zervanî û Mihwera Şeş û hêzên Dijî Terorê, bi piştevaniya hêza asmanî û firokevaniya Artêşê beşdarî vê operasyonê bûne.
Destnîşan kir jî, ev operasiyona giring di çarçoveya xebata hevbeş a di navbera hêzên federal û hêzên Pêşmerge de û li gor têgihîştina ewlehiyê ya ji bo têkşikandina teror û tawanan de tê.