Balyozxaneya Amerîka êrîşa li Zaxo şermezar dike û daxwaza pabendbûna bi yasayên navdewletî dike
Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê: Kuştina sivîlan nayê qebûlkirin û divê hemû dewlet rêzê li erkên xwe yên li gorî yasayên navdewletî bigirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka êrîşa ku duhî li ser îdareya Serbixwe ya Zaxo hatiye kirin û di encamê de bi dehan welatî hatin kuştin û birîndar kirin, şermezar kir.
Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê di daxuyaniyekê de got: “Kuştina sivîlan nayê qebûlkirin û divê hemû dewlet rêzê li erkên xwe yên li gorî yasayên navdewletî bigirin, di nav de jî erkên li gorî yasayên mirovî yên navdewletî yên derbarê parastina sivîlan de.”
Balyozxaneyê sersaxî li malbatên qurbaniyan kir û hevxemiya xwe jî ligel birîndaran nîşan da û got: “Em piştgiriya xwe ya bihêz ji bo serwerî, ewlehî, aramî û geşepêdana Iraqê û Herêma Kurdistanê I didomînin.”
Desthilatdarên Îraqê duhî Tirkiye bi topbarankirina navendeke geştyariyê li Herêma Kurdistanê û binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê tometbar kir ku di encamê de 9 welatiyên sivîl hatin kuştin û 23 kesên din jî birîndar bûn.
Hikûmeta Iraqê jî biryar da ku banghêşta Balyozê Tirkiyê li Bexdayê bike ji bo şermezarkirina êrişê pê rabigihîne û herwiha “bi armanca şêwirê” gazî karmendê karûbarê Iraqê yê li Enqerê kir.