Parlamentoya Iraqê derbarê êrîşa Tirkiyê de dicive
Parlamenter daxwaz dikin Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî beşdarî civînê bibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Iraqê roja Şemiya bê derbarê topbarana Tirkiyê li ser navçeyeke geştiyarî li Zaxoyê de dicive û parlamenter daxwaz dikin Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civînê de beşdar bibe.
Pêştir hejmarek ji parlamenterên Iraqê îmze kom kiribûn û daxwaz ji Parlamentoyê kir, bilez derbarê topbarana Tirkiyê de bicive.
Artêşa Tirkiyê duhî 20ê Tîrmehê navçeyeke geştiyariyê li gundê Perexê yê li Zaxo da ber topan û di encamê de 9 geştiyarên naverast û başûrê Iraqê hatibûn kuştin û zêdetir ji 25 geştiyaran jî birîndar bûbûn.
Wek nerazîbûn li ser vê êrîşa Tirkiyê jî, xwepêşandan li pêş Balyozxaneya Tirkiyê li Bexdayê û nivîsgeha pêdana vîzeya Tirkiyê li Kerkûkê dest pê kirine.