Kazimî ji hêzên siyasî yên Iraqê daxwaza civînê dike

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji hêz û aliyên siyasî yên Iraqê daxwaz dike ku derbarê êrîşên Tirkiyê yên li nav axa Iraqê de bicivin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji hêz û aliyên siyasî yên Iraqê daxwaz dike ku derbarê êrîşên Tirkiyê yên li nav axa Iraqê de bicivin.

Jêderekî ji Hikûmeta Iraqê ji medyaya fermî ya Iraqê re ragihand, Serokwezîr Mistefa Kazimî bangewaziyek arasteyî hêzên siyasî kiriye, da ku civîneke bilez derbarê êrîşên Tirkiyê de pêk bînin.

Duh ji ber topbarankirina devereke geştyariyê ya li îdareya serbixwe ya Zaxoyê, 9 kes şehîd bûn û 29 kes jî birîndar bûn. Li ser topbaranê çendîn daxuyaniyên nerazîbûnê hatin derxistin û roja yekşemê jî Parlamentoya Iraqê li ser vê mijarê dê civînekê li dar bixe.