Iraq: Em ê bi şêweyekî gelek cidî bersiva vê topbaranê bidin

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf derbarê topbarana devera geştyariyê ya li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê eşkere kir, ew ê bi awayê herî tund di asta herî bilind de bersiva wê bidin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf

Hewlêr (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf derbarê topbarana devera geştyariyê ya li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê eşkere kir, ev êrîş ti car wisa derbas nabe û ew ê bi awayê herî tund di asta herî bilind de bersiva wê bidin.

Ehmed Sehaf ji Kurdistan24ê re ragihand: “Em ê hemû rêyên dûr û rast bigrin ber xwe, da ku êrîşên bi vî rengî dubare nebin, vê carê ev êrîş wisa derbas nabe, em ê bi awayê herî tund, di asta herî bilind e bersivê bidin, em ê hemû biryarên pêwîst ên dîplomasiyê ji bo serweriya Iraqê bigrin ber xwe.”

Li ser parastina sînorê hevbeş ê navbera Iraq û Tirkiyê, Sehaf diyar kir: “Me her dem gotiye, heta 5 kîlometreyan em dikarin sînorên xwe bi hevbeşî biparêzin, nabe axa Iraqê bibe cihê milmilaniya herêmî û navdewletî, ti yasa û rêkeftineke navdewletî, rê nade êrîşên bi vî rengî.”

Ehmed Sehaf destnîşan kir: “Divê hevahengiyeke taybet di navbera Hikûmeta Navendî û Hikûmeta Herêmê de hebe, da ku asayîşa sînor were parastin, ev hevahengî ji bo wê yekê ye ku li her deverekê ku neseqamgîrî dirust bibe, Hikûmeta Navendî û Hikûmeta Herêmê ji bo parastina deverê bixebite, weke çawan di rêkeftina Şingalê de jî heye, ku hêzên hevbeş dê werin belavkirin, da ku rêgirî li her grûpekê li navçeyê bike.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê dibêje: “Li ser cîbicîkirina rêkeftina derkirina çekdarên PKKê ji Şingalê, di pratîkê de çend astengî hene ji bo belavkirina hêzê li vê navçeyê, rêkeftin ligel Hewlêrê heye, ji bo vê mebestê em ligel wan dicivin, lê belê aliyê Tirkiyê bi tena serê xwe gavan diavêje ji bo binpêkirina serweriya Iraqê, em jî vê yekê qebûl nakin.”

Sehaf eşkere dike: “Ji bo hevahengiya ligel Tirkiyê, hikûmeta Iraqê çend caran pêwendî bi Enqerê kiriye, lê belê bersiv nedan me.”

Herwiha ragihand: “Niha çend pêngav li parlamentoyê hatin avêtin. Me Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê bang kir, nameyeke tund da Balyozê Tirkiyê. Wezareta Derve ya Iraqê dê berê xwe bide Encûmena Asayîşê û Neteweyên Yekbûyî, bi awayekî gelek cidî ku beriya niha çênebûye, li ser vê mûşekbaranê, em ê hewldanên xwe bidomînin ji bo parastina serweriya Iraqê, Serokwezîr gelek cidî ye, daxwaz kiriye ku artêş amade be ji bo her êrîşeke ji nişka ve.”

Duh çarşemê 20ê Tîrmeha 2022yan ji ber topbarankirina devereke geştyariyê ya li îdareya serbixwe ya Zaxoyê, 9 kes şehîd bûn û 29 kes jî birîndar bûn. Li ser topbaranê çendîn daxuyaniyên nerazîbûnê hatin derxistin û roja yekşemê jî Parlamentoya Iraqê li ser vê mijarê dê civînekê li dar bixe.

Fly Erbil Advertisment