Serokwezîrê Iraqê biryara xwe da
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ligel serkirdeyên siyasî yên Iraqê civiya, di civînê de biryar hat dayîn ku helwesta siyasî û meydanî di astên cuda de ji bo berevanîkirina serweriya axa Iraqê were nîşandan.

Bexda (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ligel serkirdeyên siyasî yên Iraqê civiya, di civînê de biryar hat dayîn ku helwesta siyasî û meydanî di astên cuda de ji bo berevanîkirina serweriya axa Iraqê were nîşandan.
Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Bexdayê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, her yek ji Serokomar Berhem Salih, Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî, Serokê Partiya De'we Nûrî Malikî, Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên, Serokê Rêxistina Bedir Hadî Amirî, Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz, Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayeq Zêdan û hejmarek serkirdeyên din ên Iraqê, ji bo civînê vexwendibû.
Di civîna serkirdeyên Iraqê de biryar hat dayîn ku Iraq li Encûmena Asayîşê ya Navdewletî derbarê Tirkiyê de doz veke.
Duh çarşemê 20ê Tîrmeha 2022yan ji ber topbarankirina devereke geştyariyê ya li îdareya serbixwe ya Zaxoyê, 9 kes şehîd bûn û 29 kes jî birîndar bûn. Li ser topbaranê çendîn daxuyaniyên nerazîbûnê hatin derxistin û roja yekşemê jî Parlamentoya Iraqê li ser vê mijarê dê civînekê li dar bixe.