Mesrûr Barzanî: Divê weke qewareyeke federalî û destûrî serederî bi Herêma Kurdistanê re bê kirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Tîrmeha 2022an ligel Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê civiya.
Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê giringiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser bingeha Destûrê hat kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li wê kir ku divê weke qewareyeke federalî û destûrî serederî bi Herêma Kurdistanê re bê kirin.
Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê piştgiriya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêm û Hikûmeta Federalî de bi riya guftûgoyan û li gor destûrê nîşan da, ku di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de be.