Hejmarek ji Pêşmergeyên Komele dikevin kemîneya hêzên Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Komeleya Şoreşgirî ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê aşkere kir, hejmarek Pêşmergeyên wan li parêzgeha Urmiyê ketine kemîna hêzên Îranî û dîl hatine girtin.

Sekreteriya Komîta Navendî ya Komeleya Şoreşgirî ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, di çend rojên borî de hejmarek ji Pêşmergeyên wan li navçeya Somawbiradost ya ser bi parêzgeha Urmiyê ketin kemîna hêzên Îranî û ew dîl hatin girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Derbarê vê bûyerê de, em ê zanyariyên zêdetir ji raya giştî re belav bikin.”

Komeleya Şoreşgirî ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê yek ji partiyên sereke yên Rojhilatê Kurdistanê ye.

Fly Erbil Advertisment