Çarçoveya Hevahengiyê namzedê xwe ji bo serokwezîriyê diyar kir
Jêderekî ji Çarçoveya Hevahengiyê ji K24ê re ragihand, hevpeymaniya wan Mihemed Şiya Sûdanî ji bo postê Serokwezîriya Iraqê namzed kir.

Hewlêr (K24) – Jêderekî ji Çarçoveya Hevahengiyê ji K24ê re ragihand, hevpeymaniya wan Mihemed Şiya Sûdanî ji bo postê Serokwezîriya Iraqê namzed kir.
Piştî vekişîna Tevgera Sedir ji Parlamentoya Iraqê û mijara pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê, aliyên hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê, ku ji piraniya aliyên Şîe yên Iraqê pêk hatiye, hewldanên xwe ji bo destnîşankirina namzedê serokwezîriyê zêde kiriye, li gor zanyariyên jêderekî Çarçoveya Hevahengiyê bo Kurdistan24, Mihemed Şiya Sûdanî ji bo serokwezîriyê hatiye diyarkirin.
Beriya niha navên Nûrî Malikî, Qasim Erecî, Mihemed Şiya Sûdanî û Elî Şukrî ji bo serokwezîriyê dihat behskirin, lê belê aliyên Çarçoveya Hevahengiyê, bi rêya lijneyekê, namzedê xwe yekalî kir.
Çarçoveya Hevahengiyê jî bi daxuyaniyekê namzedkirina Mihemed Şiya Sûdanî piştrast kir û ragihand, serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê bi yekdengî, Sûdanî ji bo postê serokwezîriyê namzed kir.
Mihemed Şiya Sûdanî kî ye?
- Di sala 1970yê de li Bexdayê jidayîk bûye.
- Bawernameya bekaloryos a zanistên çandinî û bawernameya wî ya masterê ya birêvebirina projeyan heye.
- Di salên 2010 - 2014an de Wezîrê Mafên Mirovan a Iraqê bû.
- Di salên 2014 – 2017an de Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî bû.
- Sala 2018an bû endamê Parlamentoya Iraqê.