UNAMI: Mafê xwepêşandana aştiyane bingeha demokrasiyê ye
Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) li ser xwepêşandana îro ya li Bexdayê ragihand; mafê xwepêşandana aştiyane bingeha demokrasiyê ye.
Hewlêr (K24) – Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) li ser xwepêşandana îro ya li Bexdayê, ku li dijî namzedê serokwezîriya Iraqê birêve çû, ragihand; mafê xwepêşandana aştiyane bingeha demokrasiyê ye.
UNAMI li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê derbarê xwepêşandana îro ya Bexdayê de diyar kir: “Mafê xwepêşandana aştiyane bingeha demokrasiyê ye. Lê belê mil bi mil ligel rêzgirtina saziyên hikûmetê û milkê giştî û taybet. Gelek girîng e ku xwepêşandan bi aştiyane û bi pabendbûna yasayan bimîne.”
الحق في التظاهر السلمي أساسي للديمقراطية. ولكن يمضي ذلك جنباً إلى جنب مع احترام مؤسسات الدولة والحفاظ على الممتلكات العامة والخاصة. من الضروري أن تظل المظاهرات سلمية وتمتثل للقانون.
— UNAMI (@UNIraq) July 27, 2022
Îro çarşemê 27ê Tîrmeha 2022yan alîgirên Tevgera Sedir dest bi xwepêşandanê kirin û dijayetiya xwe ji bo namzedê Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan bo postê Serokwezîrê Iraqê nîşan dan.
Roja 25ê vê mehê, Çarçoveya Hevahengiyê ya aliyên Şîe ragihand, ku Mihemed Şiya Sûdanî ji bo postê Serokwezîrê Iraqê dikin namzed, bi vê yekê jî liv û tevgera siyasiyan li Iraqê kete qonaxeke nû.