Endameke Konseya Rêvebir a PKKê li Silêmaniyê hat kuştin
Endama Konseya Rêvebir a PKK Hatîce Hezer li Silêmaniyê di operasyona MÎTê de hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa “Anadolu” a Tirkiyê belav kir, Endama Konseya Rêvebir a PKK Hatîce Hezer “Bêrîvan Zîlan” li Silêmaniyê di operasyona MÎTê de hat kuştin.
Li gorî nûçeya ajansa “Anadolu”, cihê Hatîce Hezer ji aliyê MÎT'ê ve hatibû diyarkirin û paşê di operasyonekê de li Silêmaniyê hatiye armanckirin.
Hatîce Hezer a bi navê “Berîvan Zîlan” tê naskirin di sala 1991ê de tevlî PKKê bû. Di sala 2004'an de bû berpirsa rêxistina jinan PJA (PJAK).
Hatîce Hezer di sala 2008'an de di nava HPG'ê de di asta berpirsyar de cih girt.
Hat ragihandin ku Hatîce Hezer di sala 2017an de jî li Efrînê tevî erkên xebata siyasî û sekreteriya rêxistinê bû û di rêveberiya TEV-DEMê de cih girt.
Roja 17ê Hezîrana borî jî otomobîleke ji cûreya jeep li nêzîkî sayloya Kelarê ji aliyê firokeyeke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê ve hat armanckirin. Artêşa Tirkiyê jî piştre ragihand ku di encama êrîşê de berpirsekî bilind ê PKKê yê bi navê Delal Ezîz hatiye kuştin.
Ji aliyekî din ve jî, Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê da zanîn ku di wê êrîşa li Kelarê de, Cîgirê Hevserokê Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser Ferhad Dêrik hatiye kuştin.