Li Minbicê goreke bikomî hat dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Minbicê goreke bikomî hat dîtin ku tê de termên 30 kesî hene. Tê pêşbînîkirin ku ew di dema DAIŞ bajar kontrol kiribû hatine kuştin.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê belav kir, karkerên şaredariyê dema ku kanalîzasyona bajêr paqij dikirin, goreke bikomî li nava bajêr dîtin.

Da zanîn jî, termên 30 welatiyên sivîl di gora bikomî de hene ku destê wan hemûyan kelepçekirî ne.

Da zanîn jî, di nava wan terman de, termên 2 zarok û 2 jinan hene.

Amaje bi wê yekê da, ev gora bikomî vedigere dema kontrolkirina bajêr ji aliyê DAIŞê ve, lê nehatiye piştrastkirin ku di kîjan salê de bûye.

Li gorî berpirsên Rêveberiya Xweser, di van salên dawî de zêdetirî 200 gorên bikomî li Reqa ya ku DAIŞê ew weke paytexta xwe li Sûriyê ragihandibû, hatine dîtin û heta niha nêzîkî 4700 termên sivîlan hatine derxistin.

Fly Erbil Advertisment