Serokê Çînê bo Amerîkayê: Bi agir nelîzin

Serokê Komara Gel a Çînê Şî Cînpîng di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden hişyarî da û got, derbarê Taywanê de bi agir nelizîn.

Serokê Komara Gel a Çînê Şî Cînpîng
Serokê Komara Gel a Çînê Şî Cînpîng

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Komara Gel a Çînê Şî Cînpîng di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden hişyarî da û got, derbarê Taywanê de bi agir nelizîn.

Ajansa nûçeyan a Çînê ragihand, di pêwendiya telefonî de Serokê Çînê bi tundî dijayetiya xwe ji bo her cûre destwerdana Amerîkayê di karûbarên Taywanê de nîşan da.

Serokê Çînê gotiye, Çîn dê bi hemû hêza xwe berevaniya serweriya xwe bike û li dijî her cûre liv û tevgerên cudakarî û destwerdana derekî ya di karûbarên navxwe yên Taywanê ye.

Şî Cînpîng tekez kiriye, hikûmet û gelê welatê wî li ser parastina serweriya yekparçebûna axa Çînê rijd in.

Beriya niha kanalên ragihandinê îdiayek belav kir ku keştiyên serbazî yên Amerîkayê û hilgira firokeyên taybet ên Amerîkayê ji bo hilgirtina bombeya atomî, ber bi Deryaya Çînê di rê de ye, weke amajeyek ji bo çîna ber bi benderên Taywanê.

Çavkanî: RT

Fly Erbil Advertisment