Li Sakaryayê êrîşî karkerê Kurd kirin

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlioglu ragihand, karkerê Kurd Esat Atabey ku ji bo kar çûye Sakaryayê, rastî êrîşeke nijadperestî hatiye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlioglu ragihand, karkerê Kurd Esat Atabey ku ji bo kar çûye Sakaryayê, rastî êrîşeke nijadperestî hatiye.

Li navçeya Kocaalî ya ser bi parêzgeha Sakarya ya Tirkiyê karkerekî Kurd ku ji bo kar çûye wê navçeyê, rastî êrîşa kesekî hatiye û birîndar bûye.

Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê bûyerê de ragihand: “Karkerê Kurd Esat Atabay li Sakaryayê ku di karê findiqan de xebitî, pereyê wî nedane. Gotine 'were em bidin', gava çûye yekî ew daye axaftin û kesekî jî dar ji paş ve lê daye!”

Omer Faruk Gergerlioglu di peyama xwe de bi etîketên hesabên Twitterê yên Parêzgarî û Emniyeta Sakaryayê, dipirse: “Li hember Selîm Çabuk ku li wî xistiye, çi rêkar hatin kirin?”

Gergerlioglu herwiha eşkere kiriye: "Ez ê vê mijarê bişopînim."

Karkerê Kurd Esat Atabay piştî êrîşê, ku di 26ê Tîrmeha 2022yan de lê hatibû kirin, li dijî Selim Çabuk gilî tomar kiriye, lê belê hêzên ewlehiyê piştî ku Selîm Çabuk desteser kirine, di nava demjimêrekê de ew berdane.

Li gor raporta Nexweşxaneya Yenikent ya Adapazariyê, ji ber ku Esat Atabay di serê xwe de darbe xwariye, hestiyê serê wî deriziye.

 

Fly Erbil Advertisment