Termên 100 Barzaniyên enfalkirî bi xakê tên spartin
Termên 100 Barzaniyên enfalkirî duhî bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bo Herêma Kurdistanê hatibûn vegerandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Termên 100 Barzaniyên enfalkirî îro 31ê Tîrmehê li goristana teybet bi enfalkiriyan ya li devera Barzanê bi xakê tên spartin.
Duhî bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubad Talebanî, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwas Fayiq, Nûnera Taybet a Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert û hejmarek berpirsên din li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, pêşwazî li termên 100 Barzaniyên enfalkirî hate kirin ku ji Bexdayê bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan, roja 30yê Tîrmeha 2022an, termên 100 Barzaniyan ji beyabana Erer ya li parêzgeha Mosene ya başûrê Iraqê bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin û sibe roja 31ê Tîrmehê jî dê di merasîmeke taybet de li devera Barzan bi xakê bêne spardin.
Di dawiya sala 2021ê de, nûçeya dîtina goreke bikomî li parêzgeha Mosene belav bû, saziyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê jî bi aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Federal re roja 15ê Sibata 2022an de gihîştin cihê gorê ya li navçeya Efayiq ku nêzîkî sînorê Kuwêt û Siûdiyê ye û tîmên wan bi awayekî zanistî dest bi proseya vekirina gorê kirin. Di roja yekem de jî bi dîtina cilûberg û cemedanên taybet ên Barzaniyan, diyar bû ku qurbaniyên wê gorê yên peya û gencên Barzaniyan in û di sala 1983an de hatine enfalkirin.
Piştî dîtina gorên 100 Barzaniyan li beyabana Erer ku ji aliyê rêjîma Beis a rûxandî ve bi guleyan hatibûn kuştin û bi şofil ax bi ser de kiribûn. Ji bo temamkirina rêkarên bijîşkî û yasayî, termên wan bi awayekî zanistî bo Bexdayê hatibûn veguhastin.
Jenosîda Barzaniyan di sala 31. 07. 1983an de li ser çend qonaxan ji aliyê rejîma Beis a hilweşiyayî ve dest pê kir û zêdetirî 8 hezar peya û gencên Barzanî enfal kirin û piştî wê jî bi çend qonaxan bi sedan hezar Kurdên din li çend navçeyên cuda cuda yên Başûrê Kurdistanê proseya Enfal (Bi zindî çalkirin û bê serûşûn kirin) dest pê kir.
Proseya lêgerîna li termên enfalkiriyên Kurdistanê bi giştî, yek ji karên pêşîne yên Serok Mesûd Barzanî bû, piştî rûxandina rêjîma Beis di sala 2003an de, ew prose bi awayekî kirdarî dest pê kir.
Di sala 2004an de, termên 513 Barzaniyên enfalkirî ji goreke bikomî ya li beyabana parêzgeha Mosene hatin dîtin û sala 2005an di merasîmekê de bi amadebûna Serok Barzanî, ew ji bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin û li goristaneke taybet ya bi enfalkiriyan li devera Barzanê bi xakê hatin sparstin.
Di berdewamiya proseyê de, sala 2011an jî termên 93 peya û gencên Barzaniyên enfalkirî di goreke bikomî de li başûrê Iraqê hatin dîtin.