Mesrûr Barzanî: Her çi di şiyana Hikûmetê de be, ji bo xizmetkirina Êzidiyan dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya cejna Çileya Havînê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Êzidiyên Kurdistan û cîhanê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya cejna Çileya Havînê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Êzidiyên Kurdistan û cîhanê kir û ragihand, ji bo xizmetkirina xwişk û birayên Êzidî, her çi di şiyana Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dê bike.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi hilkefta cejna Çileya Havînê, pîrozbahiyeke germ arasteyî xwişk û birayên Êzidiyên Kurdistan û cîhanê dikim.

Hêvîdar im di rewşeke pir aram û ewle de vê cejnê derbas bikin.

Bi vê hilkeftê, dupat dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê her çi di şiyana wê de be, dê bixe karê xwe de ji bo bêtir xizmetkirina xwişk û birayên Êzidî û kêmkirina êş û azarên wan.

Cejna Çileya Havînê pîroz be û her tim di xweşiyê de bin.

 

Fly Erbil Advertisment