Serokê CHPê ligel 120 parlamenterên xwe li Erziromê ne

Partiya Komarî ya Gel (CHP) civîna xwe heftane ya Parlamentoyê li Erziromê kir.

Erzirom
Erzirom

Navenda Nûçeyan (K24) - Partiya Komarî ya Gel (CHP) civîna xwe heftane ya Parlamentoyê li Erziromê kir.  Şanda CHPê bi pêşengiya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû, bi 120 parlamenterên xwe re piştî civîna grûpa CHPê, li Erziromê dê serdana dikandaran bike û bi rêvebirên saziyên sivîl û kesayetên ku pêşengiya civakî dikin re hevdîtin pêk bîne.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû bi 120 parlamanteran ve li bajarê Erziromê ku herî dawî CHP ji %4.4 deng wergirtibû,  serdanan dike.

Kemal Kiliçdaroglu jî di axaftina xwe ya li Erziromê de bal kişand ku partiya wî girîngiya pêwîst nedaye Erziromê û loma jî pêwendiyên CHPê û xelkê Erziromê qels bûye, lê îro jî ji bo başkirina wan pêwendiyan serdana bajêr kirine.

Kilçdaroglu diyar kir ku Tirkiyê di rojên nebaş de derbas dibe û  Tirkiyê dikare bi piştgiriya gelê Anatolyayê xwe ji van rewşên nebaş rizgar bike.

Di hilbijartinên herî dawî yên Parlamentoyê de ku di sala 2018’an de hatibûn kirinî  ji Erziromê parlamenterên CHPê tune ne.  Ji bajarê ku 6 parlamenter dişîne parlamentoya Tirkiyê, 4 parlamenter Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) û Parlamenterekî Partiya ÎYÎ û parlamenterekî jî  Partiya Tevgera Netewepereset (MHP) bi dest xistibûn.

Fly Erbil Advertisment