Nêçîrvan Barzanî: Ti kes nikare Kurdistan û Êzidiyan ji hev cuda bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya beşdariya di bîranîna heştemîn salvegera Êzidiyan de gotarek pêşkêş kir û ragihand, ti kes nikare Kurdistan û Êzidiyan ji hev cuda bike, divê meziyan karesatê ji hemûyan re bê behskirin, ta ku bandorên li ser wê karesatê bên kêmkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: “Îro bi dilekî xemgîn salvegera heştemîn jenosîda Şingaliyan dikin ku mezintirîn karesata sedeya bîst û yekem e ku bi ser Êzidayan û gelê Kurdistanê de hatiye. Ev karesata bi destê teroristên DAIŞê hatiye kirin, bûye rûpeleke xwînî di dîroka Kurdistanê de ku 5 hezar jin, zarok û mêrên Êzidiyan bûn qurbanî.”

Got jî: “Heta niha 2717 Êzidiyên revandî ne, hîn jî 325 hezar Êzidî li kampan koçberan in, 100 hezar Êzidiyên koçberî welatên derve bûne, Şingal wêran bû û xelkê wê bê mal û milk bûn û di çend rojan de bi hezaran Êzidî hatin kuştin.”

Her wiha Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku Êzidî di gorên bikomî de hatin veşartin û bi hezaran keç û xwişkên Êzidî hatin revandin û firotin.

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a gotara xwe de amaje bi wê da, bi zora çek hewl hat dayîn ku Êzidî ola xwe biguhêrin, pêwîst e mezinahiya vê karesatê li ber çavan be girtin, ji bo kar bê kirin ji bo bandora vê karesatê bên kêmkirin û êdî ev karesat dubare nebin.

Nêçîrvan Barzanî got: Di wê demê de Serok Barzanî soz da Şingalê rizgar bike û mezara Şerfedîn û Laleşa nûranî biparêze. Serok Barzanî baregeha xwe ya meydanî li Şingalê danî û heta mizgîniya rizgarkirina Şingalê li ser çiyayê Şingelê neda, wî berê şer berneda û soza ku daye gelê me bi cih anî. Pêşmergeyên mêrxas ji bo rizgarkirina Şingalê şehîd bûn û çiyayê Şingalê parastin, her dem cihê rêza gelê Kurdistanê ne.”

Her wiha got: “Spasiya hemû sazî û rêxistinên Êzidî û Kurdistanî dikim ku li derve û welatên cîhanê kar ji bo nasandina karesata Êzidiyan wek jenosîd kirin. Em hêvîdar in berdewam bin ji bo ev karesata li piraniyan welatên cîhanê wek jenosîd bê naskirin.”

Nêçîrvan Barzanî tekezî li wê kir: “Kurdistan û Êzidiyatî, nasnameyeke hevbeş a dîrokî ya miletê me û ciyografiya me ye. Êzidiyatî oleke kevin a Kurdistanê ye û berî hatina olên din, jiyan pêwendiya mirovan li Kurdistanê birêk xistibû. Êzidiyatî dewlemendiya ziman û kulturê gelê Kurd û Kurdistanê di nav deq û nerît û sirûdên xwe de parastin. Kurdistan navenda Êzidiyatiyê ye. Mana Êzidiyan, merc û bingeha Êzidiyatiyê ye, ji ber wê divê Êzidî li ser axa xwe li Şingal û Kurdistanê bimînin, divê ew Laleşa nûranî bernedin û bê xwedî nekin. Êzidiyatî dûrî Kurdistanê zehmet e. Dûrketina Êzidiyan ji Kurdistanê, gefeke mezin e li ser Êzidiyan. Kurdistan û Êzidiyatî du bawer û ciyografî ne ku bi hev ve hatine girêdan û ti kes nikare van her duyan ji hev cuda bike.”

 

Fly Erbil Advertisment