Sancar: Em ê bi aliyên çepgir, sosyalîst û Kurdî re maseyeke 7 alî pêk bînin
Hevserokê HDPê: Em dixwazin tifaqa Kurdî ya ku ji bo hilbijartinên 2018 û 2019an hatibû avakirin berfiehtir bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê HDPê Mîthat Sancar ragihand, Em ê maseyeke 7 alî pêk bînin ku tê de aliyên çepgir, sosyalîst û Kurdî cih bigirin û her wiha em dixwazin tifaqa Kurdî berfiehtir bikin.
Hevserokê HDPê Mîthat Sancar îro li Diyarekirê serdana Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDK-Tirkiyê) kir û ligel Serokê Giştî yê PDK-Tirkiye Mihemed Emîn Kardaş civiya.
Piştî civînê Hevserokê HDPê Mîthat Sancar di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de ragihand, Hevserokê HDPê Mîthat Sancar got: “Em ê maseyeke 7 alî pêk bînin ku tê de aliyên çepgir, sosyalîst û Kurdî cih bigirin. Her wiha em dixwazin tifaqa Kurdî ya ku ji bo hilbijartinên 2018 û 2019an hatibû avakirin berfiehtir bikin. Emê bernameya vê xebatê di 25ê tebaxê de rabigihînin.”
Sancar rexne li desthilata Tirkiyê girt û got: “Desthilatê hebûna xwe bi şer û siyaseta neyartiyê ve girê daye. Em dibêjin operasyonên li Başûrê Kurdistanê û amadekariyên operasyona bakurê-rojhilatê Sûriyê bi armanca wêrankirina Kurdistanê ye. Ev helwest bandorê li hevsengiya rojhilata Navîn û Tirkiyeyê jî dike. Pêşhatên li navçe û Kurdistanê me ji hemû deman zêdetir nêzîkî hev dike. Em dixwazin pêwendiyên bi partiyên Kurdî re bikin hevpeymaniyeke hertimî û fermî.”
Ji aliyê xwe ve, Serokê Giştî yê PDK-Tirkiye, di pêşwazîkirina Hevserokê HDPê Mîthet Sancar de da xuyakirin, bi vê serdanê hêviyên wî ji bo avakirina yekîtiya Kurdan zêdetir bûne.
Kardaş da xuyakirin jî, sitem û zordariyên pir giran li ser Kurdan hene û ew dikarin bi hevkarî û yekîtiyê wan stem û zordariyan derbas bikin.