Komisyona Hilbijartinan a Iraqê: Ti demek ji bo hilbijartinên pêşwext nehatiye diyarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê îro Yekşemê red kir ku rojek ji bo hilbijartinên pêşwext diyar kiribe.

Berdevka Komisyona Bilind a Hilbijartinan Cumana Xelay ji Ajansa Nûçeyan a Iraqî (INA) re ragihand, “Komîsyon saziyeke pîşeyî ya bêalî ye ku biryarên derbarê hilbijartin, referandum û mijarên din ên têkildarî xebatên hilbijartinê de bi cih tîne.”

Got jî ku “Encûmena Komisyonan desthilata herî bilind a di Komîsyona Hilbijartinan de ye û ew dikare bi şêwira bi hikûmetê re li ser bingeha yasaya hilbijartinê dema hilbijartinan diyar bike.”

Tekez kir jî: “Encûmena Komisyaran di vê derbarê de ti biryar û daxuyanî nedane.”

Çarçoveya Hevehangiyê roja 25ê Tîrmeha borî Mihemed Şiya Sûdanî ji bo posta Serokwezîrtiya Iraqê kandîd kir, alîgirên Tevgera Sedir jî li dijî wê yekê roja 30î Tîrmehê daketin kolanan û çend rojan derbasî nava avahiya parlamentoya Iraqê bûn.

Serokê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir duhî di peyamekê de ragihand, hilweşandina parlamentoyê, bûye daxwazeke cemawerî û siyasî û ti çareseriyên din li şûna wê tune ne.

 

Fly Erbil Advertisment