Sedir peyamek arasteyî xwepêşanderên Çarçoveya Hevahengiyê kir
Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ku xwe weke neviyê Îmam Husên bi nav dike, peyamek arasteyî xwepêşanderên Çarçoveya Hevahengiyê kir.
Hewlêr (K24) – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ku xwe weke neviyê Îmam Husên bi nav dike, peyamek arasteyî xwepêşanderên Çarçoveya Hevahengiyê kir.
Muqteda Sedir di peyama xwe de diyar kiriye: “Em û Çarçoveya Hevahengiyê li ser hebûna gendeliyê û belavbûna wê li welat, cudahiya me tune ye, lê em ligel serkirdeyên wan cudahiya me heye.”
Sedir destnîşan kiriye: “Ez gelek mat dimînim ku cemawerê Çarçoveya Hevahengiyê piştevaniya me nakin ji bo rizgarkirina niştiman ji vê dîlbûna ku tê de ye ji bo dagirker û teror û gendeliyê. Loma bila xwepêşandanên we ji bo serxistina çaksaziyê be, ne ku rûmeta dewlet û ew hikûmetên ku ji bo Iraqê bêsûd bûn. Gelo hûn rûmet û azadî û asayîş û pariya jiyanê û silamet û çaksaziyê dixwazin, weke ku em daxwaz dikin.”
Herwiha dibêje: “Eger we biryar da ku xwepêşandanê bikin, di heman dema xwepêşandana çaksaziyê de, bila xwepêşandana we aştiyane be û asayîşa civakê biparêzin. Iraq ji hemû nav û nasnavên din mezintir e. Em destê dostaniyê dirêjî cemawerê Çarçoveua Hevahengiyê dikin, ne ku bo serkirdeyan, em dixwazin çaksaziyê bikin.”
Muqteda Sedir diyar kiriye: “Em li ser rêbaza Îmam Husên silavên Xwedayê mezin li ser bin, diçin. Rêbaza me rêbaza merciyê me ye.”