Li Montenegro 11 kes di êrîşekê de hatin kuştin
Li bajarê Cetinje yê Montenegro êrîşkarekî teqe li malbata xwe kir, piştre gulle berda polîsan û çend kesên din.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Cetinje yê Montenegro êrîşkarekî teqe li malbata xwe kir, piştre gulle berda polîsan û çend kesên din, di encamê de 11 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.
Polîsê bajarê Cetinje ragihand, êrîşkarekî 34 salî teqe li gelek kesan kiriye, ku di nav wan de zarok û efserên polîs jî hene.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di bûyerê de 11 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn. Herwiha eşkerekirin ku êrîşkar di encama şer û pevçûna ligel polîsan de hatiye kuştin.
Medyaya Montenegro ragihandiye, êrîşkar piştî şerê devkî yê ligel malbata xwe, destpêkê teqe li malbata xwe kiriye û piştre gulle berdane kesên li derdora xwe jî.


