John Bolton bo K24: Divê helwesta Washingtonê li dijî Tehranê bihêztir be

Şêwirmendê berê yê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê John Bolton diyar kir, ji ber "piştevaniyên wê yên bo terorê" Îran gefeke mezin e û divê helwesta Washingtonê li dijî Tehranê bihêztir be.

Şêwirmendê berê yê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê John Bolton
Şêwirmendê berê yê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê John Bolton

Hewlêr (K24) – Şêwirmendê berê yê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê John Bolton diyar kir, ji ber "piştevaniyên wê yên bo terorê" Îran gefeke mezin e û divê helwesta Washingtonê li dijî Tehranê bihêztir be.

John Bolton di hevpeyvînekê de ligel Kurdistan24, ku îro şemiyê di demjimêr 21:30 xulekan de dê were weşandin, li ser gefên Îranê û bernameya wê ya atomî got, heta ku li Îranê hikûmeteke nû çênebe, ev kêşe çareser nabe.

Bolton li ser mijara bernameya atomî ya Îranê ragihand, Îranê ti cûre biryareke stratejîk ji bo lipeyçûna çekê atomî nedaye, desthilatdarên Îranê dixwazin dorpêçên aborî yên li ser wan werin rakirin.

John Bolton ne di wê baweriyê de ye ku Îran dest ji çekê atomî berde û dibêje: “Îran gefeke mezin e, ne tenê ji ber bernameya atomî, ji ber 'piştevaniyên xwe yên bo terorê' û divê helwesta Washingtonê li dijî Tehranê bihêztir be.”

Şêwirmendê berê yê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê li ser vekişîna Amerîkayê ji rêkeftina atomî ya ligel Îranê got: “Ez bawer im tiştekî rast bû, ku em xwe vekişînin û dorpêçan bixin ser Îranê.”

Li ser guherîna hikûmeta Îranê, John Bolton diyar kir: “Amerîka lipeyçûnê ji bo guherandina rejîma Îranê nekir, ku diviyabû bikira, heta ku hikûmeteke nû li Îranê çênebe, ev kêşe çareser nabe, hikûmeteke ku nûnertiya xelkê Îranê bike, ne nûnertiya Ayetullahan.”

John Robert Bolton ku 73 salî ye, parêzer, dîplomatkar, şêwirmendekî Komariyan û şîrovekarê siyasî ye. Ji sala 2005 heta 2006an wek 25emîn Balyozê Amerîka yê li Neteweyên Yekbûyî kar kiriye, herwiha ji sala 2018 heta 2019an wek 26emîn Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê xebitiye.

Fly Erbil Advertisment