Çavuşoglu: Pêwîst e opozîsyon û rêjîma Esed li hev bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu careke din bang lihevhatina opozîsyon û rêjîma Sûriyê kir û got: “Çareseriya mayînde ya Sûriyê, çareseriya siyasî ye.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi hevpostê xwe yê Letonyayê Edgars Rinkecivs re hat bal hev. Çavuşoglu û Rinkecivs piştî hevdîtinê, konferanseke rojnamevanî ya hevpar li dar xistin.
Çavuşoglu di daxuyaniya xwe de derbarê pêwendiyên li gel Sûriyê de wiha axivî: “Me li Komîsyona Destûra Bingehîn got ku ji bo aştiyeke mayînde li Sûriyê pêk were, divê gavên pêwîst bên avêtin. Çareseriya daîmî çareseriya siyasî ye. Me her tim hewl da ku şer bi dawî bibe. Ez ne cara yekem e ku vê yekê dibêjim. Em giringiyê didin yekîtiya axa Sûriyê. Çareseriya mayînde ya Sûriyê, çareseriya siyasî ye.”
Herwiha Çavoşoglu di berdevamiya axaftina xwe de got: “Li Sûriyê ji bo çareseriyeke mayinde, pêwîst e opozisyon û rejima Esed li hev bikin.”
Hefteya borî jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu aşkere kiribû ku di çarçoveya civîna “Tevgera Bêalî” li Belgradê de ku di Cotmeha borî de paytexta Sirbîstanê hatibû lidarxistin, bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad re hevdîtineke kurt pêk anîbû. Her wiha Çavuşoglu daxwaza lihevhatina opozîsyon û rêjîma Esed kiribû.
Ev daxuyaniya Çavuşoglu bû sedema nerazîbûna xelkê deverên bakurê rojavayê Sûriyê yên di bin kontrola opozîsyona Sûriyê de û gelek xwepêşandan hatin kirin. Serkirdeyên opozîsyona çekdar jî ragihandin ku ti lihevkirin bi "Esed" re nîne.
Ji aliyê xwe ve jî pispor û şarezayên karûbarên Tirkiyê piştrast dikin ku Enqerê dest bi vegerandina pêwendiyan bi rêjîma Sûriyê re li ser astên ewlekarî û piştre siyasî kirine û dibe bigihe wê astê ku di bin sîwana Rûsyayê de hevtêgihîştin di navbera her du aliyan de bên kirin.