Wezîrê Darayî yê Iraqê Elî Elawî dest ji kar vekişand
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Darayî yê Iraqê Elî Elawî dest ji kar vekişand û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî destvekişandina wî qebûl kir.
Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, di çarçoveya civîna îro 16ê Tebaxê ya Encûmena Wezîran a Iraqê de, Wezîrê Darayî yê Iraqê Elî Elawî destvekişandina xwe pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir.
Wî jêderî got jî: Her çend e bi fermî nehatiye ragihandin jî, lê Kazimî destvekişandina Elî Elawî qebûl kir.
Heta niha sedemên destvekişandina Wezîrê Darayî yê Iraqê ne diyar in.