Washington: Em li Iraqê alîgiriya ti aliyekî siyasî nakin

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi rêya berdevkê xwe eşkere kir, ew li Iraqê alîgiriya ti aliyekî nakin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price

Hewlêr (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê bi rêya berdevkê xwe eşkere kir, ew li Iraqê alîgiriya ti aliyekî nakin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price îro çarşemê 17ê Tebaxa 2022yan ragihand, ew ligel her hikûmetekê ku serweriya Iraqê berjewendiya gelê xwe bi dest bixe, danûstandinê dikin.

Îro sê serokatiyên Iraqê, ligel serkirdeyên hêzên siyasî yên Iraqê, bêyî beşdariya nûnerên Tevgera Sedir civiyan.

Civîn li ser daxwaza Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li avahiya hikûmetê birêve çû.

Armanca sereke ya civînê, weke di daxuyaniya Mistefa Kazimî de hatiye diyarkirin, ji bo dîtina rêyeke çareseriyê bûye ji bo rewşa xitimîna siyasî ya li Iraqê.

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert beşdarî civînê bû.