Lewandowski gola herî bilez di dîroka xwe de bi Barcelana re tomar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Barcelona di gera duyem a La Lîgaya Îspanyayê de bi serkeftineke mezin ji stadyuma mêvandarê xwe Real Sociedad (4-1) vegeriya.
Stêrkê Polonî Robert Lewandowski goloke bilez di çirkeya (46) de encam vekir û golê xwe yekem bi kirasê “Blaugrana” di La Lîgayê de tomar kir.
Lewandowski dîsa vegeriya û di xuleka (69) de gola xwe ya duyem tomar kir û golên sêyem û çarem ji aliyê hevkarên wî yên Fransî Osman Dembele û Ansu Fati yê Spanî di xulekên (66 û 79) de hatin tomarkirin.
Gola tekane ya Real Sociedadê tomar di xuleka (6) bi riya lîstikvanê Swêdî Alexander Isak hat tomarkirin.
Li gor tora statîstîka Opta, ji gola Iniesta ya sala 2009an di tora Recreativo de, Lewandowski bileztirîn gola Barcelonayê di La Lîgayê de di xuleka (46) de tomar kir.
Tora Opta destnîşan kir ku ev gol di nav 313 golên Lewandowski ên di “Bundesliga” ya Alman û niha "La Liga" ya Spanî de, ya herî bilez e.
Hat ragihandin ku Robert Lewandowski (34 salî), vê Havînê ji Bayern Munchenê hat Barcelonayê.
Tîma Barcelona yekem serkeftina xwe di werza nû ya La Lîgayê de bi dest xist, piştî ku li ser meydana xwe li hember Rayo Vallecano di gera destpêkê ya lîgê de ket xefika wekheviya neyînî û bi 4 pûanan di rêza pêncem de cih girt.
Ji aliyê xwe ve jî, Real Sociedad tûşî şikesta yekem bû, piştî ku di gera yekem a "La Liga" de mêvandara xwe Kadeş bi golekê têk bir û bi 3 pûanan ket pileya dehem a rêzbendiyê.