Partiyên opozîsyona Tirkiyê cara 6em li hev civiyan
Di encama civînê de biryar dan ku dê namzedekî hevpar yê serokomariyê ji raya giştî re eşkere bikin.
Enqere (K24) - Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de 6 partiyên opozîsyona wî welatî bo cara 6em li hev civiyan. Di encama civînê de biryar dan ku dê namzedekî hevpar yê serokomariyê ji raya giştî re eşkere bikin û kêşeyên mezin yê Tirkiyê çareser bikin. Şirovekarên siyasî dibêjin dê ev partî piştî hilbijartinan jî bi hev re bin. Pisporên siyasetê diyar dikin ku mijarên girîng yên ku navbera van partiyan de hêj nehatina yekalîkirin hene.
Li Tirkiyê 6 partiyên siyasî yên opozîsyona vî welatî ku bi armanca avakirina pergala bihêz ya parlementeriyê li hev civiyan qonaxa yekem ya hevdîtinan biserokatiya partiya oldar Saadetê bi dawî kirin. Piştî civîna 5 saetan CHP, partiya ÎYÎ, partiyên Deva, Pêşeroj, Demokrat û Saadetê biryar dan ku di heyama hilbijartinan de û piştî hilbijartinan dê hevkariyê bikin. Û namzedê wan yê serokomariyê dê bibe 13emîn serokomarê Tirkiyê. Endamên vê maseya 6 alî bêjin ne tenê mijara serokomariyê di gelek mijaran de ewê çareseriyan eşkere bikin.
Cîgirê Serokê Partiya Saadetê Bîrol Aydin ji K24ê re ragihand: “Di proseya pêşiya me de di çarçoveya derbasbûna bo pergala bihêz ya parlamenteriyê de em hemû kêşeyên Tirkiyê bi hemû hûrgiliyan dinirxînin. Bêguman kêşeyên gelek mezin yên welat û gelê me hene. Di warê aborî, hiqûq û politikaya derve de em ê hemû kêşeyên heyî çareser bikin.”
Şirovekarên siyasî diyar dikin ku dê ev 6 partî demeke nêzîk de bernameyên hevpar jî lidar bixin.
Şirovekarê Siyasî Mehmet Alî Kulat ji K24ê re ragihand: “Her çiqas ev her 6 partî belawela xuya bikin jî, piştî bi awayekî fermî destpêkirina bangeşeyên hilbijartinê ev 6 partî dê mitîng û serdanên hevpar li dar bixin. Hevkariya van partiyan dê piştî hilbijartinan jî bidome.”
Lê li gorî pisporên siyasetê jî her çiqas ev hevkarî berdewam bike jî hêj di çend mijaran de li hev nekirine.
Şarezayê Siyasetê Prof. Dr. Tevfîk Erdem eşkere kir: “Di mijara çareserkirina pirsa Kurd, derbarê rêkirina penaberên Sûrî û namzedê hevpar yê serokomariyê de van 6 partiyan hêj li hev nekiriye. Derbarê van mijaran de her partî xwedî helwesteke cuda ye.”
Ev 6 partiyên muxalefetê di 2yê Cotmeha 2022yan de qonaxa duyem a hevdîtinan li navenda giştî ya CHPê dê bidin destpêkirin. Pispor amaje pê dikin ku di demeke nêzîk de ev partî mitîngên hevbeş dê pêk bînin. Lê pirsa Kurd û penaberên Sûrî du kêşeyên nelihevkirî ne li pêşiya van partiyan.