Partiya Demokrat: Erkê hemû aliyan e ku vê ezmûna Herêma Kurdistanê biparêzin

“Xelkê Rojhilatê Kurdistanê li dijî cudabûna me bû”

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Xalid Ezîzî
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Xalid Ezîzî

Hewlêr (K24) - Piştî cudabûna 16 salan, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK-Î) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) duh yekbûna xwe ragihand.

Di daxuyaniya yekbûnê de hatibû diyarkirin, bi beşdariya bi sedan kadro, Pêşmerge û kesayetên siyasî yên dêrîn ên Partiya Demokrat, her du partiyên têkoşer ên gelê Rojhilatê Kurdistanê bûn yek.

Li ser vê mijarê, Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Xalid Ezîzî ji Kurdistan24ê re ragihand, ew rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê digrin.

Xalid Ezîzî diyar kir, erkê hemû aliyan e ku vê ezmûna Herêma Kurdistanê biparêzin, ji ber ku ev derfeta hatiye pêş, di berjewendiya hemû aliyan de ye.

Li ser yekbûna her du partiyan, Xalid Ezîzî got: “Her dem fikra yekbûna demokratan di nav endaman de hebû, xelkê Rojhilatê Kurdistanê li dijî cudabûna me bû.”

Herwiha eşkere kir: “Xebat û têkoşîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) wê yekê xwest ku dema wê hatibû em bibin yek.”

Ezîzî destnîşan kir: “Partiya Demokrat xwedî pêgeheke mezin e, yekbûna her du partiyan pêwîstiya cemawerî bû li Rojhilatê Kurdistanê.”

Herwiha tekez kir: “Xalên me yên hevbeş gelek in, her dem dostên me ji me dixwestin ku em bibin yek, heta kongreyê, desteyeke siyasî dê Partiya Demokrat birêve bibe.”

Fly Erbil Advertisment