Mesrûr Barzanî û Parêzgarê Urmiyê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Tebaxê pêşwazî li Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiq Mutemedyan kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê Nesrulla Reşnûdê amade bû, pêşxistina pêwendiyên dualî, bi taybet ên pevguhartina bazirganî û asankariyên çûnûhatina geştyaran hatin guftûgokirin.

Di mijareke din a hevdîtinê de, behsa giringiya hevahengî û hevkariya di navbera her du aliyan de hatin kirin ji bo rûbirûbûna derencamên nerênî yên keşûhewayê û pirsa kêmbûna avê bi riya sûdwergirtina hevbeş a jêderên avê di navbera herdu aliyan de.

Fly Erbil Advertisment