Li Tirkiyê tifaqeke nû hat avakirin

Bi serokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tifaqeke nû ya bi navê "Tifaqa Ked û Azadiyê" hat avakirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi serokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro pêncşemê 25ê Tebaxê li Stenbolê bi 6 partî û rêxistinan re civînek hat kirin û piştî civînê hat ragihandin ku tifaqeke nû ya bi navê "Tifaqa Ked û Azadiyê" hat avakirin.

Îro pêncşemê 25ê Tebaxa 2022yan, bi serokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û bi amadebûna Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP), Partiya Ked (EMEP), Partiya Azadiya Civakê (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) û Federasyona Encûmenên Sosyalîst (SMF) li bajarê Stenbolê civînek hat lidarxistin.

Berdevka EHPê Ozge Akman û endamê Komîteya Navendî Hakan Ozturk, Serokê EMEPê Ercument Akdeniz û Cîgira Serokê EMEPê Selma Gurkan, Hevserokên Giştî yên HDPê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, cîgirê hevserokan Tuncer Bakirhan, endama encûmena partiyê Sultan Ozcan, Berdevkê SMFê Bariş Kayaoglu û endamên encûmena partiyê Mahîr Gurz, Erdal Ataş, Serokê Giştî yê TÎPê Erkan Baş, Berdevka TÎPê Sera Kadigil û Cîgirê Serokê Giştî Dogan Ergun, Berdevka TOPê Perîhan Koca, Endama Lijneya Berdevkan Pelîn Kahilogullari û endamê encûmena partiyê Tamer Dogan beşdarî civînê bûn.

Piştî civînê daxuyaniyek hat belavkirin ku tê de hatiye diyarkirin: “Em dizanin ku li ser esasê nirxên ked, aştî, azadî û demokrasiyê avakirina nîzameke civakî û siyasî ya ku gel serdest e, bi hêza hemû beşên civakê yên bindest û dagirkirî pêkan e.”

Herwiha hat gotin: “Em bang li her kesî dikin ku li gorî vê feraset û bangawaziyê têbikoşin. Em ê bi hev re li dijî desthilatdariya yek zilamî, fermana sermaye û zilmê bi ser bikevin.”

Di dawiya civînê de biryar hat dayîn ku “Tifaqa Ked û Azadiyê” were ragihandin.

Fly Erbil Advertisment