Iraq termên şeş qurbaniyên bûyera trafîkê ji Tirkiyê vedigerîne

Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, ew şandekê dişînin Tirkiyê, da ku karûbarên veguhestina termên 6 welatiyên Iraqê, ku li Tirkiyê di bûyereke trafîkê de canê xwe ji dest dabûn, pêk bînin.

Hewlêr (K24) – Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, ew şandekê dişînin Tirkiyê, da ku karûbarên veguhestina termên 6 welatiyên Iraqê, ku li Tirkiyê di bûyereke trafîkê de canê xwe ji dest dabûn, pêk bînin.

Berdevkê Wezareta Derve Ehmed Sehaf ragihand, Balyozxaneya Iraqê ya li Enqerê şandeke konsulxaneyê raspartiye, ku rêkarên pêwîst ji bo vegerandina termên wan welatiyên Iraqê cîbicî bikin, ku di encama bûyereke trafîkê de li Tirkiyê canê xwe dest dabûn.

Ehmed Sehaf eşkere kir: “Termên şeş welatiyên Iraqê li Tirkiyê ne û Balyozxaneya Iraqê ya li Iraqê hemû hewlên xwe dide ji bo vegerandina wan.”

Roja 24ê Tebaxa 2022yan, li navçeya Marmarîs a ser bi parêzgeha Mugla ya Tirkiyê, di encama bûyera trafîkê de 6 kesan canê xwe ji dest da, 6 kes jî birîndar bûn.

Bûyer di demjimêrên êvarê de rûdabû, ku otomobîla safariyê (geşta nav daristan û çolê) li nêzîkî Seyîr Terasî ya li ser rêya Datçayê qulipîbû.

Peyamnêrê K24ê ragihandibû, nasnameyên qurbaniyên bûyera trafîkê eşkere bûne, ku ji bajarên Bexda, Kerbela û Ramadî ne û navên kesên ku canê xwe ji dest dane ev in: Ayad Mustefa Abduhafed (Ji dayîkbûn 1961), Mohammed Sattar Jabbar (Ji dayîkbûn 1988), Alî Jawdat Kadhim (ji dayîkbûn 1991), Haydar Fadhil Jalîl (ji dayîkbûn 1971), Îbrahîm M. H Alaamar (Ji dayîkbûn 1960).