Li Fransayê di salekê de 122 jin hatine kuştin

Li gor amaran, hejmara jinên ku ji aliyê hevjînê xwe ve hatine kuştin, %20 zêde bûye.

Hewlêr (K24) – Wezareta Navxwe ya Fransayê amarên kuştina jinan a sala 2021ê belav kir. Li gor amaran, hejmara jinên ku ji aliyê hevjînê xwe ve hatine kuştin, %20 zêde bûye.

Li gor amarên raporta ku li jêr navê "Kuştin di nav malbatan de" hatiye belavkirin, di sala 2021ê de ji bilş 122 jin, 21 mêr jî ji aliyê hevjîna xwe ve hatine kuştin.

Wezareta Navxwe ya Fransayê diyar kiriye: “Encamên vê raportê derdixe holê ku hejmara haletên kuştina di malbatan de li gor serdema belavbûna vîrusa Koronayê û karantînaya yekem, zêde bûye. Di nava sê salên borî de li Fransayê, di her du roj û nîv de haleteke kuştina malbatî hatiye tomarkirin.”

Li gor raportê, jin weke salên borî, qurbaniyên sereke yên tundûtûjiya malbatî ne. Di sala 2020an de 102 jin, di sala 2019an de 146 jin ji ber tundûtûjiya di nav malbatê de canê xwe ji dest dane.