Kazimî civîneke bilez pêk anî
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî ji bo gotûbêjkirina rewşa niha ya Iraqê, fermandarên ewlehiyê bangî civîneke bilez kir.

Hewlêr (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî ji bo gotûbêjkirina rewşa niha ya Iraqê, fermandarên ewlehiyê bangî civîneke bilez kir.
Ofîsa Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Mistefa Kazimî hemû berpirsên ewlehiyê bang kirine bo Fermandariya Operasyonên Hevbeş, da ku rewşa niha ya welat gotûbêj bikin.
Herwiha hat diyarkirin, Kazimî hemû fermandaran raspartiye ku bi hûrgilî rênima û biryarên ewlehiyê cîbicî bikin û saziyên giştî yên dewletê biparêzin.
Hat destnîşankirin ku Mistefa Kazimî ferman daye, saziyên hikûmetê biparêzin û nehêlin ti saziyek ji aliyê xwepêşanderan ve dest bi ser de were girtin.
Kazimî ji xwepêşanderan jî daxwaz kiriye, demişdest ji Navçeya Kesk vekişin û xwe ji rûbirûbûna hêzên ewlehiyê biparêzin û aştiya civakî nexin metirsiyê.