Helbûsî: Nabe em bêdeng bin

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî derbarê rewşa aloz a îro ya Bexdayê de ragihand, gihîştina rewşê bo rewşa îro, zengilê metirsiyeke mezin e.

Hewlêr (K24) – Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî derbarê rewşa aloz a îro ya Bexdayê de ragihand, gihîştina rewşê bo rewşa îro, zengilê metirsiyeke mezin e û nabe ew li hember wê bêdeng bin.

Mihemed Helbûsî li ser hesabê xwe yê Twitterê bangek arastekî serkirdeyên olî, siyasî, eşîrî û civakî yên Iraqê kir, ku destpêşxeriyê bikin ji bo arastekirina rewşê ber bi qeraxa aramiyê.

Helbûsî hişyariyê dide li ser zêdetir alozbûna rewşê û xwînrijandina welatiyan bi rêya bikaranîna çekan ji her aliyekî ve be.

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî dibêje: “Daxwaza me rastgoyane ye ji bo hemû aliyan bo temirandina agirê fitneyê û gihîştina hevtêgihîştinê ji bo parastina seqamgîrî û serweriya niştiman û dûrketina ji rûbirûbûnê ku tê de em hemû têk diçin.”