Deriyê sînorî yê Hacî Omeran: Derî li pêş geştiyaran hatiye girtin

Derî ji aliyê Îranê ve li pêş geştiyaran hatiye girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Deriyê Sînorî ya Navdewletî ya Hacî Omeran di daxuyaniyekê de ragihand, derî li pêş çûna geştiyan bo Îranê bi awayekî demkî hat girtin, lê tevgera bazirganiyê berdewam e.

Beşa Ragihandin û Pêwendiyan a Deriyê Sînorî ya Navdewletî ya Hacî Omeran ragihand, “em geştiyarên ku bi niyaz in serdana komara Îslamî ya Îranê bikin agahdar dikin ku rêwîtî hatiye rawestandin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ev biryar ji aliyê Merzê Temerçîn (aliyê Îranê) ve bi awayekî demkî hatiye dayîn.

Ji aliyekî din ve, ajansa nûçeyan a Îranê “IRNA”, ji zarê Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Îranê bo karûbarên ewlehî û sepandina yasayê Mecîd Mîr Ehmedî ragihand, li hember bûyerên xwînrêj ên Bexdayê, sînorên bejayî yên bi Iraqê re hatine girtin.

Piştî derketina aloziyên Bexdayê ku hevdem e ligel serdana Îraniyan bo mezarên pîroz ên Şîeyan li Necef û Kerbelayê, Îranê daxwaz ji welatiyên xwe kir ku serdanên xwe bi awayekî demkî rawestînin.

Fly Erbil Advertisment